PoliticsTop

Nûnerê daîmî yê Ermenîstanê li Neteweyên Yekbûyî siyaseta qirkirinê ya Azerbaycanê pêşkêş kir

Di 28’ê tîrmehê de Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî Mher Margaryan li gel Alîse Waîrîmu Nderîtu, Şêwirmenda Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşîlêgirtina jenosîdê hevdîtinek pêk anîbû. Mher Margaryan hevdîtinê de kirîza mirovî ya ku ji ber dorpêçkirina berdewam a Korîdora Laçîn ji aliyê Azerbaycanê ve, bandor û metirsiyên wê yên rasterast li ser gelê Qerebaxê derketiye, pêşkêş kir.

Margaryan destnîşan kir, ku ji Kanûna 2022’an ve ji aliyê Azerbaycanê ve dorpêçkirina Qarabaxê û redkirina berdewam a hebûna alîkariya mirovî ya navneteweyî, armanca polîtîkaya qirkirinê ya Azerbaycanê eşkere dike.

Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêşîlêgirtina qirkirinê hate agahdarkirin, ku ketina kelûpelên însanî ji Ermenîstanê bo Qerebaxê ji aliyê Azerbeycanê ve hatiye astengkirin.

Di şert û mercên metirsiya hebûnê ya li ser gelê Qerebaxa Çiyayê de, li ser pêwîstiya destpêkirina mekanîzmayên hişyariya zû ji aliyê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ve hate destnîşankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button