PoliticsTop

Ji bo nirxandina rewşa însanî ya li Qerebaxê gelek saziyên navneteweyî yekgirtî ne։ Berdevka Wezareta Derve

Gelek rêxistinên navneteweyî, hikûmet, parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî di nirxandina rewşa giran a mirovî ya li Qerebaxê de bûn yek û bang li Azerbaycanê kirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan li ser “Twitter”ê ev agahî da․

“Gelek rêxistinên navneteweyî, hikûmet, parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî di nirxandina rewşa giran a mirovî ya li Qerebaxê de bûne yek û li gorî daxwaza Dadgeha Navneteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê banga rakirina dorpêça li ser Korîdora Laçînê dikin։” Berdevka Wezareta Derve diyar kir.

Wê bal kişand ser wê yekê, ku Azerbaycan li şûna dûrketina ji erkên xwe yên zelal, divê wan erkan pêk bîne.

Anî Badalyan daxuyaniyên gelek pêkhateyên navneteweyî: “Freedom House”, “Human Rights Watch” û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor di vê derbarê de bi bîr xist.

Weke mînak “Freedom House” bang li hikûmetên demokratîk kir ku zextê li Azerbaycanê bikin da, ku dawî li birçîkirina bi qestî ya welatiyên bêguneh bîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button