PoliticsTop

Derge-dîwanê Adrbêcanê borcdarin cîlipata azaye bi sivdera Laçîynê k’efîlkin: Borêl

Cozêp Borêlê wek’îlê YA-êyî bi pirsê k’arê dereke û  sîasîya bêqezîabûnêyî bilind  e’lametî belakirîye, k’îjanêda hatîye gotinê: YA bi h’alê hûmanîtarî cidî k’îjan dike ser Merza QÇ’Avtonome berê bi k’ûrayî h’eyecanbûyîye.  Lipata bi sivdera Laçînê h’evt meha zêdetir astengdive- nenihêr’î qirarê meh’kema E’daletêye ort’emiletîyêye derheqa careke din vekirina wêda.                         

Kêmasîya dû-dermana û eþîyayê lazmaya pêþin heye yan ew idî xilazbûne, encamê k’îjanêye sawk’êþîyê seva binelîyê cî hene. Derge-dîwanê Adrbêcanê borcdarin bêqezîabûn û azaya cîlipata bi sivdera Laçîynê k’efîlkin û îzna tûjbûna boranêye paþwextîyê nedin.

Em isa jî haþ pêhene, wekî derge-dîwanê Adrbêcanê hazirin bona r’adestkirina eþîya bi þeherê Ag’damê. Eva gere neyê t’emaþekirinê çawa bedela vekirina sivdera Laçînê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button