
Di encama ablûqeyê de, îro di bin şert û mercên felaketeke însanî de ye. Serokê Komara Artsaxê Arayîk Harûtyûnyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ragihand ku mirina mirovan ji zarokên nûbûyî heta bi nexweşên kronîk ên kal û pîr wekî encama ablûqeyê rasterast û nerasterast tê tomarkirinê.
“Kêmasiyek mezin a erzaqê heye, ji ber ku beriya dorpêçê ji sedî 90ê xwarinên ku li Artsaxê dihatin bikaranîn ji Ermenistanê dihatin kirin. Ev 40 roj in yek kîloyek erzaq jî neçûye nav axa Artsaxê û kêmbûna berhemanîna xwecihî û peydakirina wê jî ji ber nebûna mazotê û madeyên din ên pêwîst bandoreke mezin li ser wê yekê kiriye.
Dermanên cûrbecûr di pergala lênihêrîna tenduristiyê de hatine bikar anîn, beşa mayî gihîştiye sînorê giran, jiyan û tenduristiya mirovan dixe metirsiyê, jimara mirin û tevliheviyên pitik û zarokên nûbûyî du qat zêde bûye, kêmxwînî di nav jinên ducanî de gihîştiye %90, hemû muayeneyên plansazkirî û neştergerî rawestiyane, bi sedan nexweşên bijîşkî ji ber nebûna alavên tibî yên girîng ji bo dermankirinê rojane nikarin biçin Ermenistanê û derveyî welêt.
Ji ber pirsgirêkên germkirinê û xwarinê, dibistan û bexçeyên zarokan di demên cuda de bi temamî yan jî qismî hatin girtin, ji ber terora derûnî û kêmxwarinê, wergirtin û pêşketina zarokan gelek bandor bûye.
Di sektora taybet de hemû kargeh hatine girtin, hema bêje hemû kompanyayên xizmetguzariyê hatine girtin, ji %80ê karkerên sektora taybet bêkar mane, ku zêdetirî 15 hezar kes in, karê avakirina 3 hezar û 700 apartmanan, ku ji bo sala 2020 hatibû plankirin, rawestiya ye. Ji bo malbatên ku di encama şer de koçber bûne, rasterast zirara aboriyê gihîştiye nêzîkî 430 milyon dolaran, ku ji sedî 50ê GDP ya salane ya plankirî ye.”