PoliticsTop

Serokomarê Îranê pêşwaziya Ararat Mîrzoyan kir: bal hat kişandin ser ferzkirina rakirina bloka Korîdora Laçînê

24 Tîrmehê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Raîsî li Têhranê pêşwaziya wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan, kir.

Bi kêfxweşî hat destnîşankirin, ku li ser esasê rêzgirtina ji hev û biratiya hezar salî ya her du gelan, di navbera her du welatên dost û cîran de, diyalogeke siyasî ya di asta bilind de pêk hat.

Di hevdîtinê de mijarên têkildarî hevkariya di navbera Ermenîstan û Îranê de hatin nîqaşkirin. Li ser cîbicîkirina rojeva dualî ya ambargoyê, li ser cîbicîkirina peymanên ku di asteke bilind de hatine kirin, fikir hatin guheztin. Di vê çarçoveyê de bi taybetî girîngiya cîbicîkirina pirojeyên hevbeş di navbera her du welatan de di warên bazirganî, aborî, enerjî û veguhestinê de, hate tekezkirin.

Bala Ararat Mîrzoyan û Îbrahîm Raîsî li ser mijarên girêdayî ewlekariya herêmê jî bûn. Wezîr Mîrzoyan pêşhatên herî dawî yên pêvajoya asayîkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê ji Serokomarê Îranê re pêşkêş kir û nêrîna aliyên Ermenî ya derbarê pêkanîna aştiya mayînde li Başûrê Kafkasyayê dupat kir.

Ararat Mîrzoyan amaje bi kirîza mirovî ya li Qerebaxê ya ji ber girtina neqanûnî ya Korîdora Laçîn kir, tekez kir ku pêwîst e demildest dorpêç were rakirin û rê li ber paqijkirina etnîkî ya gelê Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê ve, were girtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button