
“Radar Armenia” serî li Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da, ku çi difkirin li ser pirsa beşdarîbuna Serokdewletê Artsaxê Arayîk Harutyunyan li çalakiya rûniştinê û li ser pirsa krîza mirovî ya li Artsaxê.
“Krîza mirovî ya li Qerebaxê roj bi roj qurtir dibe. Korîdora Laçînê ev zêdetirî 7 mehan e ne tenê girtî ye, di vê demê de destûr nayê dayîn ku ti wesayît jî tê de derbas bibin. Nebûna pêdiviyên bingehîn, derman, nan jî bûye pirsgirêkek lezgîn. Mirov li nexweşxaneyê ne di heman demê de ji ber kêmxwarinê jî. Serokê Qerebaxê ji bo balê bikşîne ser karesata mirovî ya ku li Qerebaxê diqewime, neçar ma ku tevlî protêstan bibe. Lê hîna jî rastî tu bal û piştgirî ji civaka navneteweyî tune.
Wezareta Derve ya Amerîka rewşa li ser erdê çawa dibîne? Ma ev ne mînakek klasîk a paqijkirina etnîkî ya ji Azerbaycanê ye bi amûra birçîkirina bi zorê ji ber sedemên teng ên siyasî? Di şert û mercên wiha de “entegrasyon” mantiqî û bi bandor e? Gelo ev sîyaseta hanê tehemûl e û ji xeynî bangewazî û vexwandinên bi nermî ji rayedarên Azerbaycanê re, hikûmeta Amerîkayê ti îtîrazê vê rewşê nake? Gelo aktorên civaka navneteweyî xema birçîbûn, nexweşî, mirin û jiyana xelkên li Qerebaxê dijîn, yan jî ev yek ji wan haletan e ku careke din siyaset li ser jiyan û pêdiviyên bingehîn ên xelkê asayî bi ser dikeve?
Li gor daxuyaniya ofîsa çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, bersiva taybet a “Radar Ermenistan” ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthyu Mîller ve hatiye dayîn.
“Amerîka ji ber ku Azerbeycan berdewam e girtina Korîdora Laçînê ji wesayîtên bazirganî, mirovahî û taybet re bi fikar e. Rawestandina tevgerê ji bo armancên mirovî rewşa mirovan xerabtir dike û hewlên avakirina baweriyê di pêvajoya aştiyê de têk dide.
Divê demildest tevgera wesayitên bazirganî, mirovahî û taybet ên di Korîdora Laçînê re bê vegerandin. Em bi berdewamî piştgirîya wê nêrînê dikin, ku divê aştîya herêmê misogerkirina maf û ewlekarîya gelê Qerebaxa Çîya be. Em ji diyaloga, ku vê armancê bi pêş dixe, pêşwazî dikin.”