Tişta ku niha li Artsaxê diqewime ber bi karesateke tirsnak ve diçe, serokê sêyemîn ê Komara Ermenîstanê , Serj Sarksyan, ji serokên welatên hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE xwest ku karesata mirovî ya li Artsaxê rawestînin.
Sarksyan tekez kir, ku ew bawer dike, ku ew dikarin wê bikin
“Abloqeya, ku zêdetirî 7 meh in li ser xaka Artsaxê berdewam dike, dest bi hildanba jiyana mezin û zarokan, mirovên asayî kiriye, ku gunehê wan tenê ew e, ku li ser axa xwe û axa kalên xwe dijîn û ji jiyanê hez dikin. Em spasiya hemû welatên xwedî bandor û rêxistinên navneteweyî dikin ku li ser vê rastiyê daxuyaniyên zelal didin. Ji bo gelê Artsaxê yê ku têkoşîna jiyanê dimeşîne xwedî girîngiyeke mezin in:” Serj Sarksyan nivîsî.
“Îro hebûna fizîkî ya 120,000 niştecihên Artsaxî bi rastî di xetereyê de ye. Me bi her yekî ji we re gelek caran li ser Qirkirina Ermenîyan a, ku di sala 1915’an de qewimî û li ser encamên wê axivîn. Îro, piştî 108 salan, em pir nêzîkî dubarekirina wan bûyerên hovane bi rêbazên nûjen in:” got serokê sêyemîn.
“Ji kerema xwe, pêşî li karesata mirovî ya li Artsaxê rawestînin. Ez bawer dikim, ku hûn dikarin wê bikin. Bikin, ku dîktator rêya jiyanê veke. faşîstekî, ku qirkirina ermeniyan kiriye şêwazê jiyanê, nikare her tim guh bide peyamên zelal ên sazî û welatên herî giran ên navneteweyî. Ez ji we daxwaz dikim ku belayê rawestînin, şert û mercên jiyanê yên mirovî yên bingehîn ên şêniyên Artsaxê dabîn bikin, wan garantî bikin û piştre ji bo dîtina çareseriyên dîplomatîk dest bi xebatên xwe bikin. Dibe ku sibe dereng be:” Sarksyan di nameya xwe ya vekirî de zêde kir.