Aliyê Ermenîstanê ji aliyê Rûsyayê pêşniyara hevdîtinê wernegirtîe. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan li ser pirsa NEWS.am’ê ev tişt gotîe.
Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kirîe û ragihandîe, ew hazire di demeke nêzîk da civîneke sêalî ya wezîrên derve li Moskoyê saz bikin û li ser rêyên cîbicîkirina rêkeftinên di asta bilind de gotûbêj bikin.
Anî Badalyan li ser daxuyaniya giştî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê jî gotîe, ti têbîniyên wê yên zêde li ser daxuyaniyê nînin.