All NewsTop

Mîşêl destnîşan kirîe ku Korîdora Laçînê ji blokekirinê gere bê vekirinê. hûrgiliyên civîna sêalî ya li Brûsêlê

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Şarl Mîşêl vekirina blokên korîdora Laçînê pêwîst dibîne û da zanîn ku rewşa ku hatiye afirandin ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.

Mîşêl piştî hevdîtina sê alî ya bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv re bi rojnamevanan re axivîe.

“Pêngavên zelal hatin gotûbêj kirin da ku rewş ji nû ve vegere rewşa xwe ya asayî. Min tekezî li ser pêwîstiya vekirina Korîdora Laçîn kir û diyar kir ku Azerbaycan amade ye alîkariyên mirovî bi rêya Axdamê re bişîne. Yekîtiya Ewropayê ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera nûnerên herêma xweser a berê ya Qerebaxa Çîya û Bakûyê de ku ji bo nîqaşkirina maf û pirsgirêkên ewlekariya gelê Ermen ên herêmê girîng in, tevlêbûna xwe didomîne.” – Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê gotîe.

Serokê Konseya Ewropayê bal kişand ser wê yekê ku gelê Qerebaxê bi qeyraneke însanî re rû bi rû ye û destnîşan kir ku rewşa niha ya li derdora Korîdora Laçînê ne aram e.

Serokê Konseya YEyê destnîşan kir ku xêzkirina sînoran a ku bûye pirsê nîqaşê divê li gorî Deklerasyona Almatayê bê kirin. Mîşêl destnîşan kirîe ku di civîna sê alî de pirsên girtî û leşkerên ku bi şaşî derbasî aliyê din bûne hatine gotûbêjkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button