All NewsTop

Ermenistan hêvî dike ku civaka navneteweyî ji bo çêkirina mêkanîzmekî dîyalogê di navbera Stêpanakêrt û Bakûyê da hewlên zêdetir bide

Sêkrêtarê Encumena Ewlekariya Ermenistanê, Armên Grîgoryan, gotîe ku di danûstandinên navbera Ermenistan û Azerbaycanê da, gelek pirs hene ku ne hatîe safîkirinê, lê ew piştrast kir ku Yêrêvan  di rojeva aştiyê de bi rijd e.

Grçgoryan di hevpeyvînekê de ligel “Dengê Amerîka” gotîe ku Ermenîstan dixaze ku demekî zûtir ji bo îmzekirina peymana aştîê rê rastbe.

Grîgoryan bal kişand ser pirsgirêkên ku nehatine safîkirinê û gotîe ku yek ji pirsên herî girîng jî li gorî nexşeya sala 1975’an a zelalkirina sînor e. “Em hazir in ku bi vê cûreî pêşde herin. Levhatineka dawî hili hê tine, lê em ê di vî warî de xebatên xwe bidomînin da ku nexşeya sala 1975-an were bikar anîn û mekanîzmayek navneteweyî were çêkirin ku Stêpanakêrt û Bakû li ser ewlehî û mafên Ermeniyên ku li Qerebaxê dijîn gotûbêj bikin. Em hêvîdar in ku civaka navneteweyî ji bo ku di vî warî de bi pêş ve biçe, hewlên zêdetir bide.”   Sekreterê Encumena Ewlekariya  Ermenistanê, gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button