TopWorld

Şerê Rûs û Ûkraynayê û dersên Împaratoriya Osmanî

Naha, dema ku sala duyemîn a şerê Rûs-Ûkrayna diqewime, dema ku şer hinekî aram bûye, Ûkrayna, bi piştgiriya hevalbendên rojavayî, hewl dide ku li dijî êrîşan be, em dixazin hevok û danberhevan di navbera Rûsyaya îroyîn û Împaratoriya Osmanî ya 1830 de derbaskin: li ser giraniya wan a siyasî ya derve, taybetmendiyên kalîte yên împaratoriyê û guhertinên rola wan li herêmê.

Du şerên Balkanan pêwîst bûn, ku Tirkiya Osmanî bizanibe, ku ew êdî ne hêzeke mezin a herêmê ye. Gelên Balkan, Yewnan, Sirb û yên din, bi şerên xwînrêj û bêlihev, karîbûn Tirkiyeya Osmanî “bidne fêm kirin”, ku ew êdî ne hegemonê berê yê herêmê ye, jixwe ew dikarin bibin xwedî dewletek serbixwe û Împaratoriya Osmanî jî êdî nikare wan ne tenê kolonî bihêle, lê di heman demê de fermanê dide ka ew çawa bijîn. Her wiha, ji gelên Balkanan re bi hemû derfetan Rûsya alîkarî dida, ji ber berjewendiyên xwe yên herêmî, bi lawazbûna Împaratoriya Osmanî, bi hebûna xwa li Balkanan re eleqedar bû û ji ber wê jî di têkoşîna rizgariya gelên Balkan de cih digirt. Divê bê bibîranîn, ku di qonaxa navborî de, Rûsya ku împaratoriyek mîna Împaratoriya Osmanî bû, di warê teknolojî û burokrasiya rêvebirinê de ji Osmaniyan pir pêşdetir bû.

Lê biryara herêmê ne dualî bû. Brîtanya û Fransa jî li herêmê roleke aktîf lîstin, ku qebûl kir, ku Balkan serbixwe bibe, divê Tirkiye ji herêmê derkeve, lê wan ne jî hiştin, ku Tirkiye bibe girêdayê Rûsyayê û warên xwe yên berê radestî wê bike.

Bi heman awayî, eger em paralelan derxînin, Rûsya îroyîn nikare bi windakirina emperyalîzma xwe, windakirina Ewropaya Rojhilat û Ukraynayê re rû bi rû bimîne û dikeve şer û hewl dide ku defakto hukûmeta Ukraynayê biguherîne û vegerîne qada bandora xwe. .

Yekemîn “şer” dikare bûyerên 2014, û ya duyemîn – 2021 were hesibandin. Lê, di heman demê de, ji bo ku Împaratoriya Osmanî (Rûsya) nekeve bin bandora Rûsya (Çîn), pêwîst bû, ku bi awayekî teqez têk neçe. Lê di heman demê de, divê Rûsya dev ji armancên xwe yên Ukraynayê berde.

Bi heman awayî, eger em paralelan derxînin, Rûsya îroyîn nikare bi windakirina emperyalîzma xwe, windakirina Ewropaya Rojhilat û Ukraynayê re rû bi rû bimîne û dikeve şer û hewl dide ku defakto hukûmeta Ukraynayê biguherîne û vegerîne qada bandora xwe. Yekemîn “şer” dikare bûyerên 2014, û ya duyemîn – 2021 were hesibandin. Lê, di heman demê de, ji bo ku Împaratoriya Osmanî (Rûsya) nekeve bin bandora Rûsya (Çîn), pêwîst bû ku bi awayekî teqez têk neçe. Lê di heman demê de, divê Rûsya dev ji armancên xwe yên Ukraynayê berde. Pirsgirêka sereke ji bo Hevalbendan dorpêçkirina Împaratoriya Rûsyayê bû alyê Tirkiyê ve. Di wê formatê de damezrênerê Tirkiyê yê nûjen Kemal Ataturk bi Brîtanya û Fransa re li dijî Rûsyayê hevalbendî kir. Bi heman awayî, armanca rojava ew e ku Rûsya li derveyî qada nifûza Çînê bihêle, ji ber vê yekê hemû derfetên ji bo têkbirina Rûsyayê nayêne danîn û destûr nayê dayîn, ku Ûkrayna operasyonên leşkerî derbasî nav axa Rûsyayê bike. Bi vî awayî cîh ji Moskov a têkbirî re tê hiştin, ku sûbjektîvîteya xwe bidomîne û ne girêdayî Çînê be.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button