EconomicsTop

Di sala 2022an de mezinbûna aborî ya Komara Ermenîstanê 12,6% bû, ku di cîhanê de nîşaneya herî bilind a 4emîn e: Kerobyan

Di sala 2022an de mezinbûna aborî ya Komara Ermenîstanê 12,6% bû, ku di cîhanê de nîşaneya herî bilind a 4emîn e. Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vahan Kerobyan di pêşangeha “Innoprom-2023” înnovasyonî-pîşesaziyê ya ku li bajarê Yekaterînburga Rûsyayê hat derbaskirin de, ev tişt ragihand.

Li gorî wî, îsal aboriya welatê me bi lezeke ne kêmtir ber bi pêş ve diçe, jixwe di pênc mehên ewil de 12,5% mezinbûn tomar kiriye.

“Reformên, ku me di van pênc salên borî de ji bo baştirkirina jîngeha karsaziyê pêk anîn, encamên xwe didin. Di warê têkoşîna li dijî gendeliyê de, di warê başkirina pergala dadweriyê de me gelek reformên çêker pêk anîn:” got Kerobyan.

Wî bi bîr xist ku çar şirketên IT-ê, yên ku li Ermenîstanê hatine damezrandin, sermaya wan 1 milyar dolar derbas kiriye. Par li Ermenîstanê 12 hezar şîrket hatin vekirin ku hinek ji wan xwedî sermaya biyanî bûn. Di encamê de, li gorî wî, qebareya veberhênanên rasterast ên derve par 1 milyar dolar bû. Li gorî Kerobyan ev rekor e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button