PoliticsTop

Balyozê Azerbaycanê yê li YEyê re, ji ber gefên li ser parlementerên Konseya Ewropayê, yên ku serdana Ermenîstanê kiribûn, hişyarî hat dayîn

Ofîsên Seroka Parlementoya Ewropayê Roberta Mezzola û Komîserê Bilind ê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell reftarên Balyozê Azerbaycanê yê li Yekîtiya Ewropayê Vagîf Sadîkov, ku parlementerên Parlementoya Ewrûpayê re, yên ku serdana Ermenistanê kirin û rewşa li ser sînorê Azerbeycanê nas kirin, tehdît kir , şermezar kirin û wekî ku nayê qebûlkirin, binav kirin.

Em bi bîr bînin, ku Sadikov li ser “Twitter”ê derbarê serdana heyeta Parlamenta Ewropayê ya Ermenîstanê de daxuyaniyek da û gef li parlamenterên Konseya Ewropayê xist. Wî wêne û danasîna tivingeke sekvanî ya ku ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye çêkirin bi sernivîsa jêrîn belav kir: ” Ew dizanin ku ji bo parastina xwe çi dikin. Tivinga sekvanî ya ku li Azerbeycanê tê hilberandin bi qasî 3000 mêtir range bandor a agir heye. Ji sînorê dewleta Azerbaycanê dûr bikevin…”

“OC Media” bal kişand ser vê mijarê, bertekên berdevka YE û seroka heyeta, ku serdana Ermenîstanê kir, endama Konseya Ewropayê Natalî Luazo li ser wezîfeya Sadîkov anî ziman.

Ji aliyê “Euobserver” ve, ku bi Parlamentera Natalî Luazo re, ku serokatiya şandeya ya ku serdana Ermenîstanê kiribû, re axivî, behsa posta tehdîd a balyozê Azerbaycanê jî kir.

Luazo da zanîn, ku derbarê kirina Sadîkov de ji Serokê Parlamenta Ewropayê û Komîserê Bilind ê Karên Derve yê YE Josep Borrell re name şandine. Berdevka Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Mezola jî bersiv da û got, her gef li endamên Parlamentoya Ewropayê nayê qebûlkirin. “Em li ser vê mijarê digerin:” got berdevkê Mezola.

Ofîsa Josep Borel diyar kir, ku dezgeha peywendiyên derve ya Ewropayê li ser vê postê gazî balyozê Azerbaycanê kiriye û bi zelalî jê re gotiye ku ew li bendê ne ku ev cara dawî be, ku dîplomasiya Azerbaycanê bêhurmetiyeke wiha li saziyên Yekîtiya Ewropayê û nûnerên wan bike.

Natalî Luazo amaje bi wê yekê jî kir, ku nota gefxwarin û heqaretê ya balyozê Azerbaycanê li YEyê ne tenê ji bo parlamenterên Konseya Ewropayê ye, ku serdana Ermenîstanê kirine û eşkere kir, ku rayedarên din ên Azerbaycanê jî wan bi gendeliyê binav dikin. Luazo destnîşan kir ku Serokomarê Azerbaycanê jî gotinên wiha bi kar tîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button