
“Xizmeta parastina jîngeha dîrokî û rezerva dîrokî-çandî” ya Wezareta Perwerde, Çand, Sporտ û Zanistê ya Komara Ermenîstanê, bi piştgiriya midûrê dibistana navîn a Lorut, çarçoveya projeya “Jiyana Nû ji Xaçkaran re”, li nêzî dibistana Lorût (goristana berê), di bin xalyê de 3 xaçkar hatin dîtin.
“Qada nêzî dibistana civakê perestgeha mîrata çandî û goristane e, me demek dirêj lêkolîn kir û me biryar da ku li herêma diyarkirî xaçkar hene ku divê bên bilindkirin. Di çarçoveya projeya “Jiyana Nû ji Xaçkaran re” me peywira, ku li ber me hatibû danîn pêk anî” got pisporê “Xizmeta parastina jîngeha dîrokî û rezerva dîrokî-çandî” Hraç Marukyan.
Piştî ku xaçkar ji xalî û nebatan hatin paqijkirin, hatin danîn li cihê ku hate dîtin . Li gorî lêkolîneke pêşwext, dîroka xaçkaran digihêje destpêka serdema navîn.