PoliticsTop

Bêyî tevlêbûna navneteweyî, ji bo Stepanakertê zehmet e, ku di şert û mercên normal de bi Bakûyê re dest bi diyalogê bike: zanyarê siyasî

Zanyarê siyasî Tîgran Grîgoryan di hevpeyvînekê de ligel “Radio liberty”
re got: “Di vê qonaxê de Amerîka hem di danûstandinên Ermenîstan û Azerbaycanê de û hem jî di danîna hin peywendiyan de di navbera Qerebax û Azerbaycanê de bûye navbeynkarê sereke”.

Bi gotina pisporê siyasî, bêyî aliyekî sêyem, bêyî beşdariya navneteweyî, di şert û mercên asayî de ji bo Stepanakertê zehmet e, ku bi Azerbaycanê re dest bi diyalogê bike.

Di destpêka heftiya borî de, Balyoza Amerîkayê li Ermenîstanê Krîstîna Quînn, li ser weşana Televîzyon Giştî, li ser jîana ermeniyên Artsaxê di nav axa Azerbaycanê de got, ku “Em bawer dikin û hêvî dikin, ku ew gengaz e. Û em di wê baweriyê de ne, ku divê hemû alî hewlên hevbeş bidin ji bo pêkanîna wê. Amerîka di wê baweriyê de ye, ku ev nêzîkatiya rast e.”

Berteka Stepanakertê dereng nebû. Wezareta Karên Derve ya Artsaxê ragihand, ku divê nêzîkatiyên navbeynkaran encamên muzakereyan diyar neke.

Sê roj piştî hevpeyvînê, balyoz eşkere kir: “Amerîka encamên danûstandinên li ser paşeroja Qerebaxê ji pêşwext diyar nake, piştgirî dide avakirina peymanek, ku wê mayînde be, bi îstîqrar be û bingehê aştiyê bide.

Tîgran Grîgoryan, daxuyaniya Quînn “temamî neserkeftî” nirxand, di heman demê de zelalkirina helwesta balyozê derbarê daxuyaniyê de geşedaneke girîng nirxand.

“Lê ew daxuyanî di heman demê de encama siyaseta Ermenîstanê ye, ango divê were fêhmkirin, ku balyozê Amerîka nikare ji Papê katolîktir be. Ger rayedarên Ermenîstanê behsa çareseriya pirsgirêkê di çarçoveya yekparçeyiya axa Azerbaycanê de bikin, eşkere ye, ku civaka navneteweyî jî wê helwestê qebûl bike, û gotinên bi vî rengî helbet encama siyaseta Ermenîstanê ya herî kêm a sala dawîn e. Lê divê bi zelalî were fêhmkirin, ku bêyî garantiyên ewlehiyê yên rastîn, bêyî çêkirina van mekanîzmayan, axaftina li ser ewlehiyê an jî jiyanek ewledar a ermeniyên Artsaxê di nav Azerbaycanê de bi tenê bêwate ye:” zanyarê siyasî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button