PoliticsTop

Xaka serwerî ya Ermenîstanê çend caran hatiye dagirkirin։ Mirzoyan

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di foruma Dubrovnîkê da qala binpêkirina hiqûqa navneteweyî û rêgezên navneteweyî kir. Weke ku wezîr li ser rûpela xwe ya “Twîtter” ê diyar kir, xaka serweriya Komara Ermenîstanê gelek caran hatiye dagirkirin.

“Niha em behsa tevliheviya cîhanî, binpêkirina hiqûqa navneteweyî, rêgezên navneteweyî dikin. Em ji sala 2020’an ve, ku Azerbeycanê li Qerebaxê dest bi şerekî êrîşkar kir, em behsa wê dikin. Xaka serdest a Komara Ermenîstanê gelek caran hatiye dagirkirin:” Wezîrê Derve li ser rûpela xwe ya “Twitter” ê nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button