PoliticsTop

Helwesteke wiha ne aqilî ye û ji bo 120 hezar nifûsa Ermenîyên Artsaxê cezayê mirinê ye: Hambaryan li ser daxuyaniya balyozê Amerîkayê

Rêveberê Ofîsa Navendî ya Waşîngtonê ya Komîteya “Hay dat” ê ya Amerîkî Aram Hambaryan, amaje bi daxuyaniyên vê dawiyê yên Balyozê Amerîkayê li Ermenîstanê kir û bi tundî rexne li rêveberiya Amerîkayê kir, ji bo dîtina Artsaxê beşek ji Azerbaycanê û li gorî vê yekê, ji bo helwesta dîtina Artsaxa demokratîk wekî beşek ji Azerbaycana dîktator, rûbirûyê xetera paqijiya etnîkî û qirkirinê․

Ji ofîsa navendî ya Buroya Hay Dat ê ji NEWS.am’ê re ragihandin, ku Hambaryan helwesta rêveberiya Serok Bayden wek ne aqilî nirxand û ji bo 120 hezar şêniyên ermenî yên Artsaxê wekî cezayê mirinê bi nav kir.

Rêveberê Komîteya “Hay dat” ê da zanîn,ku helwêsteke wiha tirsonek ne guncaw e ji bo dewleteke wek Amerîka, ku dixwaze serkirdayetiya navdewletî ya pir-sektorî bike. Li gorî wî, li ser Amerîka hem erkên exlaqî û hem jî yên hiqûqî yên navneteweyî hene, ku pêşî li paqijiya etnîkî bigire. Kiryarên Azerbaycanê îspata wê yekê ye, ku ermeniyên li herêmên sînorî yên Artsax û Ermenîstanê bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne.

Hambaryan da zanîn, ku rêveberiya Amerîkayê ji bo parastina Artsaxê tedbîrên bibiryar û pêşîlêgir negirtiye, ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dike hevparê siyaseta Azerbaycanê ya paqijkirina etnîkî ya Ermenîyan. Wekî din, rêveberî bi berdewamiya alîkariya leşkerî ya Amerîkî ji Azerbaycanê re, redkirina alîkariyên mirovî yên Amerîkî ji bo Artsaxê, û bi berdewamî nehiştina berpirsiyariya Azerbaycanê ji ber sûcên şer û binpêkirina mafan, destdirêjiya Azerbaycanê teşwîq dike.

Dem hatiye ku rêveberiya Bayden-Harrîs erkên xwe yên exlaqî û qanûnî yên Amerîkayê ji bo pêşîgirtina li qirkirina Azerbeycanê ya li dijî Artsaxê bi cih bîne․ Bi taybetî:

Ji bo rakirina dorpêçê û rawestandina hemû kiryarên êrîşkariyê yên li dijî Artsax û Ermenîstanê, divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Bakûyê demek hişk diyar bike.

Divê Amerîka sizayên Global Magnitsky û yên din li ser karbidestên payebilind ên Azerbaycanê bisepîne, xala 907 ya Qanûna Alîkariya Azadiyê bi tevahî bicîh bîne, û rê li ber veguhestina çek û hilberên berevaniyê yên Amerîkî ji Azerbaycanê re bigire.

Divê Amerîka demildest gavên berbiçav bavêje ji bo pêşîgirtina qirkirina li Artsaxê bi pêşengiya hewildanên navneteweyî, ji bo naskirina statuya xwerêveberiya Artsaxê û daxwazkirina garantiyên ewlehiyê yên Neteweyên Yekbûyî, hebûna aramiya navneteweyî ya bi îstîqrar, piştgiriya mirovî ya Amerîkî û navneteweyî, veguhestina ewle, girêdanên bazirganî û enerjiyê bi Ermenîstanê re, ewlekariya xwarin, av û enerjiyê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button