PoliticsTop

Divê Azerbaycan biryara 22ê Sibatê ya Dadgeha Navneteweyî bêyî spekulasyon, bi temamî bi cih bîne։ Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Ermenîstanê

Divê biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya 22ê Sibatê ji aliyê Azerbaycanê ve bê spekulasyon û şîroveyên derewîn bi temamî were cîbicîkirin. Berdevka Wezareta Karên Derva Anî Badalyan li ser vê yekê li ser rûpela xwe amaje bi biryara 6ê Tîrmehê ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê serlêdana Ermenîstanê ya ji bo danîna nuqteya kontrolê ya Azerbeycanê li Korîdora Laçînê, kir.

“Dadgeha Edaletê ya Navnetewî biryara xwe dûbare kir û Azerbaycanê mecbûr kir ku ji Korîdora Laçîn re bê astengî peyda bike. Biryara dadgehê, ku eşkere ye û ji 22ê Sibata 2023an vir ve nehatiye guhertin, divê ji aliyê Azerbaycanê ve bi temamî bê spekulasyon û şîroveyên derew bê bicihanîn։” Badalyan nivîsî․

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button