
Serokê Meclîsa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê Alen Sîmonyan bersiv da daxuyaniya Parlementarê Meclîsa Neteweyî yê Artsaxê Mêtaksê Hakobyan, ku gotibû, ku Alen Sîmonyan piştî astengkirinê qet têkilî bi Serokê Meclîsa Neteweyî yê Artsaxê Artûr Tovmasyan re nekiriye û diyar kir, ku piştî astengkirinê ew û Tovmasyan gelek caran bi hev re axivîne.
Serokê Parlamenta Komara Ermenîstanê li ser rûpela xwe ya “facebook” ê wiha nivîsî: “Parlamenterê Qerebaxê Mêtaksê Hakobyan diyar kir, ku piştî dorpêçê min bi Serokê Meclîsa Neteweyî ya Qerebaxê re têkilî nedaye.
Ez we agahdar bikim, ku ev agahî derew e. Piştî dorpêçê, min û Serokê Meclisa Netewî ya Qerebaxê ji carekî zêdetir caran danûstandin kir, me gelek caran axivî. Piştî astengkirinê bi Serokê Qerebaxê Arayîk Harutyunyan re jî gelek têkilî hatin kirin. Divê ez vê jî bêjim, ku di meha sibatê de jî me Serokê Meclîsa Neteweyî Artur Tovmasyan re pêşniyar kir, ku civîna ji on-line ya komîteya navparlemanî pêk bînin. Serokê Meclîsa Neteweyî yê Qerebaxê bi hinceta pirsgirêka wî ya tenduristiyê daxwaza taloqkirinê kir û wan soz da, ku wê telefon bikin mera, da ku em bikaribin hevdîtin pêk bînin.
Lê wan wusa jî telefon nekir.
Ez ji wê parlementerê re pêşniyar dikim, ku dev ji wan axaftinan berde, derewên, ku belav kiriye red bike û di têkiliya me de şikestin neke.”