
Du benzînxaneyên pêşê marka “Shell” a cîhanê ya navdar bi awayekî fermî li ser rêya Artaşatê hatin vekirin.
“Marka “Shell” bi çand û pîvanên xwe yên xebatê, wê bi xwezayî daxwaziya karûbarên, ku di warê stasyonên gazê yên li Ermenîstanê de têne pêşkêş kirin, biguheze û di encamê de em ê jixwe di asta tevahiya Ermenîstanê de guhertinek kalîte bibînin:” Wezîrê Aboriyê yê Komara Ermenîstanê Vahan Kerobyan di merasîma vekirina benzînxaneyê de got.

Shell komek şirketên enerjî û petrokîmyayî yên cîhanî ye, ku li zêdetirî 70 welatan derdora 90,000 karmend wê hene. Bi zêdetirî 46,000 stasyonên li çaraliyê cîhanê “Shell” di firoşgeha mobîl de jî pêşengê cîhanê ye. Sotemeniya premium a marka “Shell”ê V-Power, ku li ser bingeha teknolojiyên pêşkeftî û nêzîkatiyên nûjene, li Ermenîstanê peyda dibe. Ew yek ji sotemeniyên herî tê firotin û bikêrhatî ye, ku 20 sal in li bazara cîhanê tê pêşkêş kirin.
“Em bi berdewamî dixwazin tora xwe berfireh bikin û li welatên, ku prospectîvin. Ermenîstan prospectîv e, ji ber ku xerîdar sotemeniya bi kalîte tercîh dikin, û bi hevkariya hevkarê me “Royal Oil” LLC, em dikarin vê bi serî bînin, bi vî rengî bazarê berfireh bikin:” Kay-Uwê Wîttersteîn, rêvebirê bazarên lîsansê “Shell Brands International AG” got.
Nûnerê lîsansê yê marqa “Shell” li Ermenîstanê “Royal Oil” LLC ye. Serokê Lijneya Rêvebiriya Şîrketê piştrast dike, ku ketina marqe li Ermenîstanê tenê destpêka xebateke mezin e. “Royal Oil” wê di nav 5 salên pêş de nêzîkî 25 benzînxaneyên bi marka “Shell” li seranserê welêt veke û toreke benzînxaneyên nifşê nû biafirîne. Armanca şirketê ew e, ku sotemeniya bi kalîte li gorî standardên ewropî bide bazara Ermenîstanê û xizmetek bi kalîte pêşkêş bike.

“Ev benzînxaneyên bi marka “Shell” ê wê hemû xizmet û tesîsên, ku li stasyonên din ên “Shell” têne bikaranîn, hebin, ango wê dikanên wan, xwaringeh wan hebin. Ew ê xwedan sotemeniya Ewropî ya bi kalîte bin, ku em bawer dikin, di vê rewşê de ya herî girîng e. Di nava 5 salên pêş de herî kêm 25 benzînxaneyên me wê hebin:” Gêvorg Harutyunyan, serokê lijneya birêveberiya kompaniya “Royal Oil” diyar kir.
Sotemeniyê wê di destpêkê de ji Romanya û Yewnanîstanê were anîn. Di paşerojê de wê erdnîgariya hevkariyê berfirehtir bibe û welatên din ên Ewropayê jî bigre nav xwe.