PoliticsTop

Divê civaka navneteweyî kiryarên Azerbaycanê bişopîne da ku careke din provokasyonek neyê amadekirin: Marukyan

Medyaya Azerbaycanê derbarê operasyoneke taybet a nû, ya ku Azerbaycanê li Qerebaxê amade dike, radigihîne. Divê civaka navdewletî li pey kiryarên aliyê Azerbaycanê be, ku rê li ber provokasyoneke din û siyaseta Azerbaycanê ya paqijkirina etnîkî bigire.

Balyozê Peywirên Taybet Êdmon Marukyan li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya “Twitter”ê de nivîsî.

Balyozê peywirên taybet diyar kir, ku medyaya Azerbaycanê behsa operasyona taybet a nû ya ku Azerbaycanê li Qerebaxa Çiyayê amade dike, belav dike , û têda gotin , ku 4 leşkerên di 28ê Hezîranê de li Qerebaxê mirine, leşkerên Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê ne.

“Sûcdarkirinên aliyê Azerbaycanê bi tevahî derew in, li Qerebaxê leşkerên Ermenî tunene, leşkerên hatine kuştin ji Qerebaxê ne. Ermenîstanê gelek casran pêşniyara şandina mîsyoneke navneteweyî ya lêgerîna rastiyan bo Qerebaxê kiriye, da ku hebûn an nebûna yekîneyên hêzên çekdar ên Ermenîstanê îsbat bike. Azerbaycanê ew pêşniyar red kir:” Marukyan nvîsî.

Marukyan tekez kir, ku destpêkirina provokasyoneke nû ji aliyê Azerbaycanê ve wê careke din daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşinê binpê bike, ku li gorî wê, divê hêzên aştiyê yên rûsî ewlehiya gelê Qerebaxê biparêzin.

“Divê civaka navneteweyî li pey kiryarên aliyê Azerbaycanê be, ku rê li provokasyoneke din û siyaseta Azerbaycanê ya paqijkirina etnîkî ya li dijî Ermenîyên Qerebaxê bigire:” Marukyan tekez kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button