
Peyamên Ermenîstan û Azerbaycanê yên derbarê muzakereyên Waşîngtonê de bi naveroka xwe wek hev bûn. Nêrînek çêdibe, ku alî dikarin li ser mijarên ku bi mijarên sereke ve girêdayî ne bigihîjin rêkeftinek , lê pirsgirêkên sereke ne çareserî mane û di wî warî de ti pêşketin çênebûye.
Siyasetnas Tîgran Grîgoryan di axaftina xwe ya bi “Armenpress”ê re, li ser hevdîtina, ku li Waşîngtonê di navbera Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê, Ararat Mîrzoyan û Jeihun Bayramov de hate kirin, nêrînek wiha anî ziman.
Wezîrê Derve yê Amerîka Anthonî Blînken, piştî civîna sê alî ya ligel Wezîrên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê, spasiya heyetên her du welatan kir ji bo keda wan a ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde. Li gorî Blînken, aliyan li ser hin madeyên zêde li hev kirin, li ser têgihiştina helwestên li ser mijarên din ên, ku nehatine çareserkirin, kûrtir kirin û her wiha destnîşan kirin, ku ji bo gihîştina lihevkirineke dawî hîn karekî dijwar heye.
“Wek ku me dît, daxuyaniyên piştî danûstandinan li gorî daxuyaniyên beriya gera danûstandinên Waşîngtonê gelekî bisînortir bûn. Ev yek bi taybetî behsa daxuyaniya Wezîrê Derve Blînken dike, ku berê gotibû ku peymana aştiyê dikare di demek nêzîk de were îmzekirin. Vê carê jî bi xweşbînî axifî, lê herwiha da zanîn, ku her ku alî pêşde biçin, ew pirose dijwartir dibe, ji ber ku wê di dawîyê de mijarên herî aloz werin gotûbêjkirin û di wî warî de, nakokiyên serekî yên danûstandinan hîn jî mane:” Grîgoryan tekez kir.
Grîgoryan bal kişand ser wê yekê, ku Azerbaycan beriya muzakereyên girîng, an jî bi wan re hevdemî serî li provokasyonên nû dide, Grîgoryan destnîşan kir, ku tevgera dawî bi rastî bêmînak bû.
“Berê jî, danûstandin ligel gullereşandina ji aliyê Azerbaycanê ve dihate kirin, lê zehmet e ku meriv deh salên dawî de hevdîtinek ji rayedarên payebilind bi bîr bîne, ku di dema wê de an jî berî wê, Bakû rûbirûyê aloziyek wiha bû. Azerbaycanê vê carê top û dron dijî firokeyan li Artsaxê bikar anîn, di encamê de 4 leşker en Ermenî hatne kuştin. Di vê rewşa taybet de armancên Bakû diyar in. Aliyê Azerbaycanê ji Ermenîstanê û welatên navbeynkar re peyaman dişîne, ku eger aliyê Ermenî daxwazên Azerbaycanê li ser maseya gotûbêjan qebûl neke, wê demê wê zorê bidin wan daxwazan li ser erdê:” got zanyarê siyasî.
Peyama duyem, li gor Grîgoryan, bi bêçekkirina artêşa Artsaxê ve girêdayî ye û di vê qonaxê de wisa dixuye, ku Bakû ev mijar kiriye mercek pêşwext di danûstandinan de, ji ber wê jî bi destpêkirina aloziya herî dawî, hewl dide ku bala her kesî bikişîne ser vê mijarê. Bakû ji bo ku zemîneke guncaw ji operasyonên xwe yên leşkerî re amade bike, dezenformasyon belav dike, ku komên çekdar ên Artsaxê provokasyonek din pêk anîne, lewma neçar man ku bersivê bidin.
“Azerbaycan bi kiryarên xwe, xwazî-nexwazî, navbeynkariya Waşîngtonê ne qanûnî dike, ev jî ji her kesî re tê famkirin. Wezareta Derve daxuyaniyek belav kir, lê di naveroka xwe de pir lawaz bû, ji ber ku careke din bang li her du aliyan hat kirin, ku dev ji provokasyonan berdin, lê diyar e ku Azerbaycan rijêma agirbestê binpê dike:” Grîgoryan got.
Li gorî zanyarê siyasî, divê navbeynkar fêhm bikin, ku di atmosfereke wiha de axaftin li ser bidestxistina aştiyeke berfireh bêwate ye, û eger tedbîrên pêşîlêgirtinê ji aliyê navbeynkaran ve neyên girtin, wê demê Azerbaycan wê hewl bide, ku daxwazên xwe bi zorê pêşkêşî aliyê ermenî bike.