Di 27ê Hezîranê de Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan li Waşîngtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Êntonî Blînkên re hevdîtin pêk anîe.
Di hevdîtinê de pirsên girêdayî ewlekarî û îstiqrara herêmê, pêvajoya asayîkirina têkiliyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê hatine gotûbêjkirinê.
Girîngiya pirsa xêzkirina sînorê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li ser bingeha Danezana Alma-Ataê û Nexşeya sala 1975, vekişîna leşkeran ji sînor, û her weha bi rêkûpêk çareserkirina pirsgirêkên maf û ewlehiya gelê Qerebaxê ji bo avakirina aştiya demdirêj li herêmê faktoreke girîng e.
Her wiha di hevdîtinê de li ser pirsên rakirina blokên ragihandinê yên li herêmê nêrînên xwe anîne ziman.
Ararat Mîrzoyan krîza mirovî ya ji ber blokekirina neqanûnî ya korîdora Laçînê pêk anîe. Wezîr Mîrzoyan bal kişand ser wê yekê ku Azerbaycan dev ji axaftinên xwe yên şerxwaz berde û her wiha divê hemû girtiyên ermenî bên vegerandinê.