All NewsTop

Endeksa çalakiya aborî ya Ermenîstanê di nava 5 mehan de ji sedî 12,5 zêde bûye

Endeksa çalakiya aborî ya Ermenîstanê di navbera kanûna paşin -gulana 2023’an de li gorî heman heyama par ji sedî 12,5 zêde bûye.

Qebareya înşaetê di 5 mehên sala 2023yan da li gor heman dema par ji sedî 16,7 zêde bûye.

Di meha Çile-Gulanê de li gorî kanûna paşin-Gulana 2022’an rêjeya bazirganiyê ji sedî 24,5 zêde bûye. Di heman heyamê de qebareya xizmetên ku hatine kirin ji sedî 19,9 zêde bûye.

Qebareya hilberîna pîşesaziyê di navbera kanûna paşin -gulana îsal de li gor heman heyama par ji sedî 3 zêde bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button