PoliticsTop

Maf û kêşeyên ewlekarî yên gelê Qarabaxê bêyî tevlêbûn û hewldanên navneteweyî nayên çareser kirin: Wezareta Derve

Civaka navneteweyî nikare xwe wek kor nîşan bide û xwedî xeyalan be, ku bêyî baldarî, tevlêbûn û hewlên navneteweyî yên taybetî û lezgîn, maf û pirsgirêkên ewlekariya gelê Qarabaxe dikare were çareser kirin. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya li ser pêwîstiya danîna mekanîzmayeke navdewletî li Qerebaxê hatiye tekezkirin.

“Ji bo avakirina aştiyeke rasteqîne û mayînde li herêmê, divê Ermenîstan û Azerbeycan di pêvajoya muzakereyê de ji bo hemû pirsgirêkên heyî çareseriyên qebûlkirî bibînin û rê li ber xuyaniyên kîn û dijminatiyê bigirin.

Di nav van mijaran de ye, avakirina bingehek qanûnî ya zexm ji bo destnîşankirina sînorên dewletê yên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de li gorî Daxuyaniya Alma-Ata û nexşeyên herî dawî yên serdema Sovyetê, û her weha rakirina blokan binesaziya veguheztina herêmê li ser bingeha serwerî, dadwerî, wekhevî û lihevhatina welatan û herwiha garantîkirina eşkere ya maf û ewlehiya gelên Qerebaxê. Ji bilî vê, em piştrast in ku di rewşa dawî de, baştirîn rê gotûbêjên rasterast û esasî yên di navbera Baku û Stepanakert de bi beşdariya navneteweyî ne.

Di vê navberê de gotinên bêrawestan ên dijminatî û nefretê, tehdîda bikaranîna hêzê û provokasyonên rayedarên Azerbaycanê yên li hember xaka serweriya Komara Ermenîstanê û Ermeniyên Qerebaxê bi dilpakî û îradeya siyasî ya serkirdayetiya bilind a wê dewletê di pêkanîna aştiya li Kafkasya Başûr de bi şik e․

Her wiha, kiryarên Azerbaycanê ne tenê ne ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogeke avaker bi Stepanakertê re nînin, lê berevajî vê yekê, bi berdewamî dibe sedema paqijkirina etnîkî li Qerebaxê.

Belgeya herî dawî ya vê yekê ew bû, ku 22ê Hezîrana 2023an de li Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve baiyrerên betonî danîne û rê li ber çûnûhatina mirovan, kelûpelan û veguheztinê dadan. Di encamê de gihandina xurek, derman û pêdiviyên sereke ji bo Qerebaxê û veguhestina nexweşên giran bi temamî hatiye rawestandin, heta ji aliyê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor ve jî. Li gel blokekirina neqanûnî ya Korîdora Laçînê, zêdeyî 6 meh in gihandina gaz û elektrîkê ya Qerebaxê jî hatiye astengkirin. Di şert û mercên giranbûna krîza mirovî de, gihandina şandeyên navneteweyî yên însanî û lêgerîna rastiyan ji bo Qerebaxê bi awayekî pir pêwîst tê astengkirin.

Di vê çarçoveyê de pêwîst e, ku tirsandina xelkê sivîl ên Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê ve bi rêyên cuda, îhmalkirina bi qestî ji erka misogerkirina vegerandina koçberên ji herêmên Hedrût û Şuşiyê, dagirkirin û bi temamî girtina niştecihên Xtsaberd, Hîn Tagêr û Parûxê piştî pêkanîna agirbestê di 9ê Çiriya Paşina 2020an de, wêrankirina mîrata çandî ya ermeniyan li wargehên ermenî yên di bin kontrola Azerbaycanê de û uen din bi bîr bînin.

Ev kiryar li dijî biryarên mecbûrî yên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî û gelek bangên civaka navneteweyî tên kirin. Di bin van şert û mercan de, civaka navneteweyî nikare xwe wek kor nîşan bide û xwedî xeyalan be, ku bêyî baldarî, tevlêbûn û hewlên navneteweyî yên taybetî û lezgîn, maf û pirsgirêkên ewlekariya gelê Qarabaxe dikare were çareser kirin. Di çarçeweya mekanîzmaya navneteweyî de bi rêya diyaloga Baku-Stepanakertê çespandina maf û ewlehiya 120 hezar Ermeniyên Qerebaxa Çiya pêwîst û jiyanî ye. Em pêwîst dibînin ku careke din tekez bikin, ku Komara Ermenîstanê ji bo aştiya li herêmê xebatên xwe didomîne:”daxuyaniyê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button