“Yerevan Fashion Week” bi însiyatîfa Odeya Moda û Dîzaynê cara ewil di navbera 1-6ê tîrmehê de li Êrîvanê li navenda çandê ya “HayArt”ê tê derbaskirin, da ku serkeftinên moda ermenî ji pisporên pîşesaziyê , raya giştî re pêşkêş bikin, da ku ji sêwiranerên ciwan re platformek çêbikin
Zêdetirî bîst sêwirînerên jêhatî yên ermenî wê koleksiyonên xwe yên nûjen nîşan bidin, beşdar jî wê derfetê bibînin, ku hilberên zêdetirî şêst markayên ermenî li yek cîhî bibînin, beşdarî axawtinan panelî û pêşangehan bibin.
Serokê Odeya Moda û Dîzaynê Vahan Xaçatryan di civîna 23ê Hezîranê de bi rojnamevanan re bi bîr xist, ku li Ermenîstanê du caran forûmek ji bo modayê hatiye organîzekirin û pisporên navneteweyî hatine vexwendin. Ji bo organîzekirina “Hefteya Modê” ev forum wek bingeh bûn.
“Em bi Wezareta Aboriyê ya Ermenîstanê re hevkariyê dikin û demek dirêj me hewl da, ku bala wezaretê bikşînin ser sektora tekstîlê:” got Xaçatryan û zêde kir, ku piştî têkoşîneke dûr û dirêj, hikûmeta Komara Ermenîstanê bernameya pêşxistina sektora tekstîlê ji bo pênc salan pejirand, ku yek ji xalên girîng ji bo avakirina platformên taybet li Ermenîstanê û li derveyî welêt e, ku hilberînerên ermenî tê de bên pêşkêşkirin. “Hefteya Modê” wê ji bo vê armancê xizmetê bike.
Sazkirin û derbaskirina “Yerevan Fashion Week” tevî çend sazî û dezgehên din ji aliyê Wezareta Aboriyê ya Komara Ermenîstanê, GIZ û Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Ermenîstanê ve jî tê piştgirîkirin.