
Ermenîstan xwedî cihekî erdnîgarî yê yekta ye û divê dest bi bikaranîna wê ji bo berjewendiyên xwe, pêşxistina bazirganiyê û beşên din ên girîng bike. Alîkarê Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Rafayel Gevorgyan di “Orion Summit 2023” de, ku li New Yorkê hat derbaskirin, got.
Alîkarê wezîr di axaftina xwe ya li ser “Tora dîjîtal a Cûxayê” de anî ziman, ku di zarokatiya xwe de gelek caran li nexşeya cîhanê niherîye û meraq kiriye ka çawa bûye, ku Ermenîstan li cihekî wiha, di navbera du cîranên dijmin de cih digire. Cîranê din Îran e, ku sînorê Ermenîstanê jî pê re heye, lê derket holê, ku ji ber cezayan ew der qismî girtî ye. Yekane “derketina” Ermenîstanê ya li derve Gurcistan e, lê li wir jî pirsgirêkên din hene. Û Ermenîstanê binesaziyên deryayê û benderan tune.
“Min her tim difikirî, ku em ne bextewar in, ku li welatekî xwedî erdnîgariyeke wiha ji dayik bûne. Lê dem derbas bûye û niha ez difikirim, ku cîhê me yê erdnîgarî bi rastî bêhempa ye, lê em potansiyela wê bikar naynin. Bi salan e me têra binesaziyên girîng razemenî nekiriye, ku em potansiyela cihê xwe bikar bînin,” got Gevorgyan.
Li gorî wî, li welêt xebat têne kirin, ku wê ji bo karanîna vê potansiyelê bibe alîkar. Zêdetirî 10 sal berê, xebata li ser projeya “Bakur-Başûr” dest pê kir û tê pêşbînîkirin, ku di dawiya sala 2026an de destkeftiyên berçav di vî warî de hebin. Her wiha wezaret li ser projeyek din a girîng jî dixebite, ku jê re tê gotin bendera bejayî (intermodal).
“Hemû projeyên wekhev bi mebesta destpêkirina karanîna potansiyela rêyên bazirganiya me ne. Em niha li ser riya bazirganiyê ya ji Hindistanê berbi Ewrûpayê pir difikirin. Armanca me nûjenkirina riyên bazirganiya pirmodal ên navxweyî di navbera Mumbai û benderên Ewropî de ye. Û dema ku em bigihîjin wê, cîhê me wê êdî nebe pirsgirêk û ew ê bi kêrî her kesê li Ermenîstanê were,” Alîkarê Wezîr destnîşan kir.
Di demen bere de ermeniyên, ku bi sedsalan derfetên wan ên mezin ên ragihandinê nebûn, di warê aborî, hiqûq, bazirganî û nûjeniyê de toreke mezin ava kiribûn. Ev şebek 300 sal bu. Naha, pisporên ermenî ji nû ve avakirina torgilokek weha, lê, bê guman, çareseriyên nûjen bikar tînin. Bê guman em behsa “Tora Dîjîtal a Cûgayê” dikin, ku di lûtkeya par de bi fermî hat nasandin, û ew jî mijara panela dawî ya Orion Summit 2023 bû, ku di navbera 19-23 Hezîranê de li New Yorkê hat derbaskirin.