All NewsTop

Kirasê Olîvîê Jîrûî ji bo Artsaxê di mezadê da bi 35,000 euro hatye firotinê

Kirasê Olîvîê Jîrûî, êrîşkarê tîma neteweyî ya Fransa û kluba fûtbolê ya Îtalyayê “Milan”, ku ji bo alîkariya ermeniyên Artsaxê hatibû firotin, bi 35,000 euro hat firotin, Le Parisien dinivîse . 

Hat destnîşankirin ku Olîvîê Jîrûî beşdarî sêyemîn civîna “Şeva Mîsyonê” ya ku li dêra Saint-Honoré d’Eylau ya Parîsê hat lidarxistin bû. Lîstikvanê tîma neteweyî ya Franseyê bi serê xwe amade nebû, lê wî kirasekî ji kirasê xwe, ku di çarîk fînala dawîn a Kûpaya Cîhanê ya li hemberî Îngilîstanê (2-1) de li xwe kiribû, diyarî kir. 

Tê gotin ku mezad “ji bo berjewendiya Xiristiyanên li Ermenîstanê tên çewisandin û ji bo bidestxistina kirasê lîstikvanê AC Mîlanoyê 35 hezar euro pere daye.” Beriya niha hatibû ragihandin ku dahata ji firotinê wê ji bo rêxistinên Xiristiyan ên “Deriyên Vekirî” û “Hêvî ji Ermenîstanê re” bê şandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button