
Alîkarê Serokê Koma Xebatê ya Komîsyona Dewletê ya Girtiyên Şer, Rehîn û Windayan a Azerbaycanê Êldar Samedov, Ermenî bi komkujiyên Azeriyan sûcdar kir.
Li gor wî “ji sala 2020’an de, ku di navbera Azerbaycan, Rûsya û Ermenîstanê de danezana sêalî hatiye îmzekirin, hestiyên nêzî 400 welatiyên Azerbaycanê hatine dîtin. Li gorî agahiyên, ku di destê me de ne, ligel leşkerên Azerbaycanê li wê herêmê sivîl jî hatine kuştin:” Samedov got.
Hêjayî gotinê ye, ku Bakû bi berdewamî vedîtina “gorên komî” radigihîne. Ew behsa gorên, ku herî kêm 30 salî ne, eger hema hema hebûne, dikin. Ev ne probleme, ji bo ku rayedarên Azerbaycanê gav bi gav netew û hetta hemwelatîbûna cenazeyan bêyî pisporî diyar bikin û yekser Ermenîyan bi kuştina Azeriyan tawanbar bikin.