
Hewldanên heyeta Azerbaycanê ya ji bo astengkirina mijara Korîdora Laçînê di rojeva civîna havînê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê de têk çû.
Li ser vê yekê endamê heyeta Ermenîstanê ya li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Vladîmîr Vardanyan agahî da.
“Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bi piraniya dengan ev mijar xiste rojeva civîna îro de:” got parlamenter.
Gotûbêja li ser mijara lezgîn wê di 22’ê Hezîranê de pêk were.
Azerbeycanê li korîdora Laçînê, li ser pira Hekarê bi awayekî neqanûnî nuqteya kontrolê datîne. Wezaretên karên derve yên Ermenîstan û Artsaxê diyar kirin, ku ev pêngava Azerbaycanê binpêkirina daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an e.
Her wiha piştî provakasyona Azerbaycanê ya li nêzî Pira Hekarê ya 15ê Hezîranê, hemû derbasbûna rêwiyan û barên însanî ya ji Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve hat qedexekirin