PoliticsTop

Daxwaza Komara Ermenîstanê tune ye, ku pêşî li êrişa Azerbaycanê bigire, me tenê pirsgirêka parastinê derxistiye holê: Vahagn Xaçaturyan

Em di rojên dijwar re derbas dibin, lê ev nayê wê wateyê, ku em aciz bibin, gilî û gazinc bikin, belkî divê em tenê encaman derxin û ev tê wê wateyê, ku em bixwe jî hêza xwe ya berevaniyê zêde bikin, li ser bihêzkirina ewlehiya xwe bixebitin. Serokê Komara Ermenîstanê Vahagn Xaçaturyan di hevdîtina bi nûnerên civaka Ermenî yên li Elmanyayê re, ev tişt ragihand.

“Di bin van şert û mercan de, me bi rengekî karî rewşê aram bikin, her çend Azerbaycan her roj bi awayên cuda provokasyonan dike, wek mînak di vê saetê de li vir gulebaran kirin, di wê saetê de li wir gulebaran kirin, ku têkiliya wan bi rastiyê re tune ye. Ermenîstanê bi tu awayî xwesteka wî tune ye, tu wateyekê nabîne, ku êrîşkar be, problemeke me ya wiha tune.

“Di stratejiya me de pirsgirêka cîrantiya bi cîranan re heye, me tenê pirsgirêka parastinê derxistiye holê. Yek ji karên sereke yên hikûmeta îro ew e ku di wî warî de karekî cidî bike, tê wateya guhertina hemû sîstem û stratejiya berevaniyê, di artêşê de reformên cidî bike, bikaribe artêşê nûjen bike։” got Vahagn Xaçaturyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button