
Balyozê bi peywirên taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marukyan tekez dike, ku Azerbaycan li dijî Ermenîstanê provakasyonên nû amade dike û bi belavkirina agahiyên derew li ser gulebarana hêzên çekdar ên Ermenîstanê, ji bo wê bingeheke agahdarkirinê amade dike. Marukyan li ser rûpela xwe ya “Twitter” ê li ser vê yekê nivîsî.
“Di tevahiya meha Hezîranê de Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê bi îdiaya gulebarana hêzên çekdar ên Ermenîstanê 9 daxuyanî da. Hemî daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê derew bûn û yek armanc dişopand: amadekirina bingehek agahdarî ji bo êrîşên rojane yên li ser axa Ermenîstanê ya serwer. Piştî 10ê Hezîranê ev reftar û daxuyanî zêdetir bûn, ango Azerbaycan amadekariya provokasyonên nû dike. Bi awayekî xwezayî, ev reftarên Azerbaycanê tu alîkariyek ji danûstandinên aştiyê yên berdewam nake û divê ji aliyê civaka navdewletî ve were şopandin, da ku armancên berfirehkirina Azerbaycanê were sekinandin:” Marukyan nivîsî.