Setrençvanên Ermenî ji ber sedemên ewlehiyê beşdarî turnuvaya Kupaya Cîhanê ya ku li Bakûyê tê derbaskirin nabin. Ev ji aliyê Smbat Lputyan, Cîgirê Serokê Federasyona Satrencê ya Ermenîstanê ve hat ragihandin.
206 şetrençvan wê beşdarî Kûpaya Şetrancê ya Cîhanê ya ku ji 30ê Tîrmehê heta 24ê Tebaxê li Bakûyê tê derbaskirin bibin.
Ji Ermenîstanê bilêtên mamostayên mezin Gabrîel Sarkîsyan, Samvel Ter-Sahakyan, Hovhannes Gabuzyan, Şant Sarkîsyan û Hayk Martîrosyan hene, ku beşdarî Kûpaya Cîhanê bibin.
Şetrençvanên, ku di Kûpaya Cîhanê de derketine fînalê wê bilêtên Tûrnûvaya Namzetên Şampiyonên Cîhanê yên 2024an bistînin.
Mafê Elîna Danîelyan, Anna Sarkîsyan û Lîlît Mkrtchyan heye ku beşdarî Kûpaya Cîhanê ya Jinan bibin.