CulturePoliticsTop

Serj Tankyan stêrkên popê rexne kir ku “îmaja dîktatoriya Azerbaycanê spî kirine”

Serj Tankyan, solîstê koma System of a Down, stêrkên popê yên, ku li Azerbaycanê derdikevin ser dikê, rexne kir ku ji bo “spîkirina îmaja dîktatoriya Azerbaycanê” li ber çavê cîhanê beşdar bûne.

Tankian li ser “Twitter” ê bersiv da fanek xwa, ku vîdyoyek ji raportek ARTE ya Fransî, ku tê de hunermendên navdar li hin welatên cîhanê ji bo dîktatoran performansê dikin, weşand. Di xaleke vîdyoyê de Jennifer Lopez strana “Happy Birthday” ji Serokomarê Tirkmenistanê re dibêje û dîmenên konsera Rihanna ji Azerbaycanê û konsera Kanye West ji Kazakistanê jî têne weşandin.

“Ez bi rastî xemgîn im, ku hunermend û lîgên werzîşê, ji bo spîkirina sûcên şer, binpêkirinên mafên mirovan û tacîzên Azerbaycanê, têne bikar anîn. Ev dîktatoriya rûnê ya faşîst, nîjadperest, olîgarşîk ne layîq e ku Formula 1 an hunermendên wekî @badgalriri (Rihanna) li ber çavên cîhanê xweş xuya bikin:” Tankyan got.

“Her yek ji van bûyeran û her yek ji van hunermendan ji binpêkirinên zêdetir ên mafên mirovan (li Azerbaycanê) berpirsiyar in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button