
Di daxuyaniya îro ya Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê de hat gotin, ku serkirdayetiya leşkerî-siyasî ya Azerbaycanê li ser Qerebaxa Çiya ji bo çalakiyên din ên êrîşkar û paqijiya etnîkî zemîn amade dike.
“Ev demeke dirêje Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê her roj nûçeyên sexte li ser binpêkirina agirbestê ji aliyê Artêşa Parastinê ya Qerebaxa Çiya, ku cihê berpirsyariya hêzên aştiyê yên Rûsyayê ye, belav dike.
Hêjayî gotinê ye, ku di materyalên agahdarî yên ku ji aliyê hêzên aştîparêz ên Rûsyayê ve hatine weşandin de, binpêkirinên agirbestê tenê ji aliyê Azerbaycanê ve hatine tomarkirin.
Bi berçavgirtina ezmûna berê ya kevneşopî ya Azerbaycanê, ku bi awayekî sûnî berpirsiyariya operasyonên paşerojê dide aliyê din, fikarên cidî hene, ku serkirdayetiya leşkerî-siyasî ya Azerbaycanê zemînek ji bo operasyonên êrîşkar û paqijkirina etnîkî li Qerebaxê amade dike.
Em bang li hêzên aştîparêz ên Rûsyayê dikin ku bi tundî li ser agirbestê tevbigerin û hemû bûyerên ku ji aliyê Azerbaycanê ve hatine ragihandin lêkolîn bikin û bi eşkereyî hemû rewşê ragihînin.
Di heman demê de, Komara Ermenîstanê helwesta xwe ya li ser hewcedariya şandina şandeyeke navneteweyî ya lêkolîna rastiyan ji bo Qerebaxa Çiyayî, ku dikare agahiyên pêbawer û bêalî jî bide, dubare dike.
Komara Ermenîstanê piştrast e, ku di çarçoveya mekanîzmaya navneteweyî de bi rêya diyaloga Bakû-Stepanakertê çareser kirina maf û mijarên ewlekarî yên gelê Qerebaxa Çiya bi lez û bez e, û bang li civaka navneteweyî jî dike, ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”