PoliticsTop

Damezrandina xaleke kontrolê ji aliyê Azerbaycanê ve berovajî hewldanên avakirina baweriyê di navbera aliyan de ye: Josep Borrell

Damezrandina xaleke kontrolê ya Bakûyê li Korîdora Laçîn berovajî hewlên avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de ye. Daxuyaniyek bi vî rengî ji aliyê serokê dîplomasiya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ve di dema gotûbêja “Pêwendiyên Ermenîstan û Azerbeycanê, rewşa Qerebaxê û Korîdora Laçînê” li Parlamenta Ewropayê hate kirin.

Di rûniştina pirs û bersivan de, endamê Parlamenta Ewropayê Fransua Xavîer Belavî, dorpêçkirina Azerbaycanê ya li ser Korîdora Laçînê, ku bû sedema qeyrana mirovî li Qerebaxê, bi tundî rexne kir.

“Dadgeha Edaletê dorpêçkirina Azerbaycanê şermezar kir, lê ev terorîzma dewletê ji hêla Encûmenê ve tu cezayan dernexistiye holê, û xuya ye ku Komîsyon nikare bi awayekî rast vê binpêkirina pir giran a mafên bingehîn ên gelê Qerebaxê şermezar bike:” got parlamentar.

Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bal kişand ser çavdêriyên parlamentar: “Biryara yekalî ya Azerbaycanê ya danîna vê nuqteya kontrolê bi temamî berovajî hewldanên avakirina baweriyê di navbera aliyan de ye.”

Borrell tekez kir ku Korîdora Laçînê li derveyî qada erdnîgarî ya berpirsyariya mîsyona çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê ye.

Li gorî Josep Borel, ji bo çareserkirina kêşeya Ermenîstan û Azerbaycanê hewl tê dayîn, aliyan jî amadebûna xwe ji bo berdewamkirina danûstandinan nîşan dane.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button