
Ij Bek’ûyê dîsa e’lametîyê miqabilî semt’girîya R’ewanê û t’emesûkê 9-ê meha sala 2020-îye çirîya paþine sêalî sewtdivin. Dewsgirtîyê serekwezîrê Adrbêcanê pêvajoya bêh’esarkirina binxeleqada dicêr’bîne t’ev pirsê Ermenîstanêye höndör’ve. Ew e’lamdike, wekî xwedêgiravî r’iya ij Adrbêcanê diçe li Naxîcêvanê sînorvanê xizmetk’arya Ûr’isêtêye Bêqezîabûna t’ifaqîyê gere t’eft’îþkin, lê ser dereca r’esmî p’ir’ cara daye k’ivþê, wekî r’ê-dirb hindava wan welatada gere t’eft’îþvin, k’îderêva ew derbazdivin, wekî din gotî- gere bi serbestî û r’ayê alîya e’melbikin, bi e’sasê döalî. Çi meremê e’lametîyê Bek’ûkêye bi vî qeydeyî hene? Bek’û p’êxemê hevr’axeverdanê dora þertne’ma e’dlayê dixe û dice’dîne, wekî r’ê-dirbê ij Adrbêcanê berva Naxîcêvanê r’ewþa ort’emiletîyê bistînin, ij xebîra hinek bawerin.