All NewsTop

Ji bo çavdêriya nuqteyên kontrolê yên li ser xaka Ermenîstanê ji aliyê nobedarên sînor ên Federasyona Rûsyayê ve lihevkirinek çênebûye

Ofîsa Alîkarê Serokwezîrê Ermenistanê Mhêr Grîgoryan amaje bi daxuyaniya cîgirê serokwezîrê Azerbaycanê Şahîn Mûstafaêv kir ku dibêje, cerdevanên sînor ên Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê dê rêyên ragihandinê yên ku diçin Naxîcêvanê li ser axa Ermenistan û Azerbaycanê wê biparêzin.

Ofîsa Alîkarê Serokwezîr Mhêr Grîgoryan bersiv daye: “Di hevdîtinên komxebata sê alî de, di civîna dawî de jî, lihevkirinek bi vî rengî pêk nehat. Helwesta Ermenîstanê ev bû û berdewam dike ku rêyên ku di xala 9’an a danezana sê alî ya 9’ê çirîa paşin 2020’an de hatine diyarkirin, di bin serwerî û hiqûqa partiyan de, li ser prensîba lihevhatinê tevbigerin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button