
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, nûnerê taybet ê YEyê yê ji bo krîzîsa li Kafkasya Başûr û Gurcistanê Toîvo Klaar qebûl kirîe.
Li gorî agahiyên ku ji hikûmeta Ermenîstanê hatin ragihandin, di hevdîtinên hevdîtinên sê alî û pêncalî yên ku li Brûksêlê û Kîşnayê hatin kirinê, di hevdîtinê de pêvajoya bicihanîna peymanên ku hatîe kirinê, hatîe nirxandinê. Serokwezîr Paşînyan girîngî da cîbicîkirina wê ya berdewam.
Pirsên normalîzekirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, qeyrana mirovî ya ku li Qerebaxa Çiyayê di encama dorpêçkirina neqanûnî ya Azerbaycanê ya li ser Korîdora Laçîn de derketiye holê û pirsên têkildarî maf û ewlekariya gelê Qerebaxê di çarçoveya navneteweyî de, mekanîzmayan jî hatin nîqaşkirinê.
Serokwezîr Paşînyan nêzîkatiyên aliyên ermenî yên di derbarê çareseriya pirsgirêkên heyî de pêşkêş kirîe.