All NewsTop

Ji bo avakirina yekîneyeke nû ya enerjiya nukleerî li Ermenîstanê, dê komeke navbirî were damezrandinê

Li gor biryara Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, ji bo nîqaşkirina pirsên avakirina yekîneya nû ya nukleerî ya li Ermenîstanê, komeke xebatê ya nav-wezaretî bê avakirin, biryar li ser platforma e-govekê ya hikûmetê hate weşandinê.

” Ji bo nîqaşkirina pirsên têkildarî pêkaniya avakirina yekîneyek nûkleerî, bicihkirina reaktorên piçûk ên modular, û her weha hilbijartina teknolojiyên pêwîst li Komara Ermenîstanê û diyarkirina rêza gavên din, komek xebatê ya navdepartmanan ava bikin, û pêkhateya wê li gorî pêvekê eşkere bike.”

Serokê koma xebatê ya navbirî divê di heyama 2 mehan de der barê xebatên ku hatine kirin de agahiyê bide xebatkarên serokwezîrê Ermenîstanê.

Tê plankirin ku heta sala 2036’an yekîneyeke nû ya elektrîkê bi kapasîteya 1000-1200 megawatt bê çêkirin. Di dawiya sala 2024 an serê sala 2025an de, li gor peymana pêşîn, divê li Ermenistanê xebatên avakirina bloka nû ya santrala nukleerî dest pê bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button