PoliticsTop

Roja danişîna doza li ser qetilkirina nobedar li navçeya Syunikê ji aliyê Azerî ve, diyare

Doza kuştina Hayrapêt Melîksetyan, nobedarê 57 salî yen Kombîneya Sifir-molîbdenê ya Zengezûrê ya li navçeya Syunikê, alyê leşkerê Azerbeycanê Huseyîn Axundov ve, ku bi qaçaxî derbasî xaka serweriya Komara Ermenîstanê kiribu, li dadgehê ye.

Doza ji bo dadger Napoêlon Ohanyan hat tayînkirin. Hêj biryara lêkolîna li pişt deriyên girtî nehatiye dayîn. Roja danişîna destpêkê 9’ê Hezîranê saet 16:00’an hat diyarkirin.

Em bînin bîra xwe ku di 10ê Nîsanê de 2 leşkerên Azerbaycanê sînorên dewletê yên Ermenîstanê derbas bibun. Yek ji wan bi navê Agşîn Gabîlî Babîrov li taxa Aşotavan a navçeya Syunikê hat dîtin. Azerî yê duyemîn Huseyîn Ahlîmanî Axundov 3 roj şûnde li gundê Açanan ê, herêma Syunîkê hate dîtin. Ew ji aliyê şêniyên herêmê ve hatin dîtin û bêbandorkirin.

Her du Azeriyên hatine dîtin di girtîgehê de ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button