PoliticsTop

Par du nûnertiyên dîplomatîk ên nû li Ermenîstanê hatin damezrandin

Di sala dawî de, 2 nûnertiyên dîplomatîk li Ermenîstanê hatin damezrandin: ofîsên Balyozxaneya Qraliyeta Spanyayê û Balyozxaneya Komara Domînîk. Serkonsolosxaneya Komara Îslamî ya Îranê jî li Kapanê hate vekirin.

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di dema nîqaşên destpêkê yên rapora salane ya “Li ser cîbicîkirina bûdceya dewletê ya sala 2022an” de ev tişt got.

“Di Kanuna Pêşina 2022’an de Komara Ermenîstanê bi 178 welatan re têkiliyên dîplomatîk danîbû:” Wezîrê Karên Derve got.

Di mijara sê ji balyozên niştecîh ên li Komara Ermenîstanê: Slovakya, Uruguay û Sirbîstan de, nûnertî ji asta berpirsiyarê karê hatin bilind kirin bo asta balyozê awarte û tam.

Mîrzoyan ji nûneratiyên Ermenîstanê yên li welatên biyanî axivî û got ku di sala 2022an de Ermenîstanê li Awustralya, Zelanda Nû, Jamaîka û Makedonyaya Bakur 4 balyozên nû yên ne niştecîh akredîtîze kirye. Bi gelemperî, nûnertiyên dîplomatîk ên Komara Ermenîstanê bi hev re li 90 welatan hatine pejirandin. 7 konsolosên nû yên Ermenîstanê jî hatin akredîtasyon.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button