PoliticsTop

Ji bo vegerandina peywendiyên li ser rêya Yerasx-Culfa-Mêxrî-Horadîz têgihîştinek pêk hat

Ji bo cîbicîkirina peymanên, ku di civîna serokên Komara Ermenîstan, Federasyona Rûsya û Komara Azerbaycanê de, ku di 25ê Gulanê de li Moskowayê pêk hat, di 2yê Hezîranê de li paytexta Rûsyayê rûniştina 12a ya koma xebatê ya sê alî bi serokatiya Alîkarê Serokwezîrê Ermenîstanê Mher Grîgoryan, Alîkarê Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Aleksey Overçuk û Alîkarê Serokwezîrê Komara Azerbaycanê Şahîn Mustafaev hat derbaskirin.

Rûniştin di atmosferek avaker de derbas bû. Bi têrkerî, pêşkeftinek girîng di hevrêzkirina rêgezên organîzekirina rakirina bloka ragihandina veguhastinê de di navbera Komara Ermenîstan û Komara Azerbaycanê de hatî tomar kirin. Bi taybetî di derbarê pêkanîna gavên berbiçav ên ji bo vegerandin û birêxistinkirina rêya trênê ya li ser rêyaYerasx-Culfa-Mêxrî-Horadîz de lihevkirinek hevpar hat kirin.

Encamên danûstandinan wê ji serokên Komara Ermenîstan, Federasyona Rûsyayê û Komara Azerbaycanê re bê ragihandin.

Aliyan destnîşan kirin ku di çarçoveya Koma Xebatê ya Sêalî de xebatên xwe bidomînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button