
Di çaryeka ewil a îsal da 451 hezar û 850 tûrîst çûn Ermenistanê û li gor heman heyama par ji sedî 81,2 zêde ye.
Di mehên Rêbendan-Adarê de herî zêde welatiyên Rûsyayê serdana Ermenîstanê kirine, hejmara tûrîstên rûs 237 hezar û 40 bû. Di rêza duyemîn de welatiyên Ermenistanê yên ku ji welatên cuda çûne Ermenistanê ne: 74 hezar û 186. Hejmara welatiyên Gurcistanê yên ku serdana Ermenistanê kirine jî girîng e: 53 hezar û 707, hejmara welatiyên Komara Îslamî ya Îranê 25 hezar û 458 e.
Di 3 mehên ewil ên îsal de 2 hezar û 712 welatiyên Tirkiyeyê serdana Ermenîstanê kirine û ev yek li gorî rêjeya par a heman heyamê 2,2 qat zêdetir e.