
Neh’îyêda h’al didûmîne sert bimîne, Prahayêda nav qisa t’evayîye t’ev Pêtr Fîalayê serekwezîrê Çêxîaê N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê gotîye.
“Me’nî ewe, wekî nenihêr’î p’evk’etina, Adrbêcan sîasîya xevtandina qewatê û gefxwerina qewatê didûmîne- bênavbir’î bi tûjkirina h’al ser sînorê Ermenîstanê, QÇ’-da û sivdera Laçînêda”,- serekwezîr gotîye.
Ewî gotîye, wekî qirara Adrbêcanêye cîwarkirina qerewilxanê sivdera Laçînêda û h’esarkirina berî wê t’er’ibandina e’lametîya 9-ê mehha sala 2020-îye çirîya paþine sêalî û qirara meh’kema E’daletêye ort’emiletîyêye 22-ê meha sala 2023-aye sivatêye bêqirare.
“Idî çar mehene, çi cime’ta QÇ’ ij mecala aza cilipatê me’rimbûyîye. Lo hila, Adrbêcanê r’adestkirina ÿlêpktroÿnêrgîyayê û gaza e’slîye li Arsaxê t’er’ibandîye, xörek bi bilêta tê dayînê- bi gîhandina li borana hûmanîtar”,- P’aþînyanê serekwezîr e’lamkirîye.
Ewî binxetkirîye, wekî civaka ort’emiletîyê gere qîmetê safî û bi nav-nîþan bide h’al, xazma bi h’esavhildana, wekî e’melê Adrbêcanêye jorgotî QÇ’-da t’itvdarekdîtinê parzûnkirinê ÿt’nîkin.
“Vê h’emtêk’stêda þandina r’esûltîya delîlberevkirinêye ort’emiletîyêyye li QÇ’ lazmayîye”,- ewî daye k’ivþê.
P’aþînyanê serekwezîr isa jî binxetkirîye, wekî “nenihêr’î t’emamîya çetnaya, h’ökömeta Ermenîstanê r’ojeva e’dlayê qebûlkirîye”. “Em difikirin, wekî neh’îyêda bedela e’dlayê t’ine, ew ne kö t’enê mereme, lê isa jî mecal seva serr’astkirina eleqeta navbera cime’t û welatê neh’îyêda û pêþdaçûyîna paþwextîyê”,- N. P’aþînyan gotîye.