PoliticsTop

Ermenîstan ji bo şandina mîsyoneke navneteweyî ya lêgerîna rastiyan ji bo Korîdora Lachinê û Qerebaxê li hêviya piştgiriya Fransa ye

Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê Armen Grîgoryan di wê baweriyê de ye, ku Fransa hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlekariya welat û hem jî di çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê de dikare ji Ermenîstanê re kêrhatî be.

Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenîstanê li Jermukê di axawtina xwe ya bi rojnamevanan re nêrînek wiha anî ziman.

“Fransa, bêguman, dikare di gelek mijaran de bikêrhatî be û alîkariya Ermenîstanê bike. Hûn dizanin, ku di encama civîna li Pragê de, ku serokê Fransayê roleke girîng tê de lîst, şandeya sivîl a YE’yê şand Ermenîstanê. Fransa ji bo alîkariya Ermenîstanê li riyên alîkariyê digere. Her wiha weke hevserokê Koma Mînskê ya OSCE, bi mijara Qerebaxê re eleqedar dibe. Hûn dizanin, ku hevseroka Fransî ya Koma Mînskê ya OSCE jî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hat Ermenîstanê. Niha em eleqeyeke mezin ji Fransayê dibînin, ku rewşa Korîdora Laçînê çareser bike:” Armen Grîgoryan diyar kir.

Wî anî ziman, ku Ermenîstan bi hevkarên xwe yên navneteweyî re bi awayekî xurt dixebite, ku şandeyeke navneteweyî ya lêkolîna rastiyan bişîne Korîdora Laçîn û Qerebaxê û da zanîn ku ew bi Fransayê re jî li ser vê mijarê gotûbêj dikin û li bendê ne, ku piştgiriyê bistînin.

Armen Grîgoryan tekez kir, ku ji bo baştir têgihîştina rewşê ji Wezîrê Derve yê Fransa re hatiye pêşniyarkirin, ku serdana Jermuk bike.

“Ji nîqaşên me dîtina min heye, ku wezîr bi tevahî rewşê fêm dike:” Grîgoryan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button