All NewsSportTop

Ermenistan îspat dike ku ew hazire ji bo derbazkirina Şampiyoniya Cîhanê. Zûrab Kaxabêraşvîlî

Doktorê sereke yê Şampiyoniya Ewropayê ya li Êrîvanê Zûrab Kaxabêraşvîlî di axaftina xwe ya bi Radyoya Giştî ya Ermenîstanê re got, belkî ev tûrnûvaya herî xweş e ku min di van 25 salên ku ez di werzîşê de dibînim.

“Her tişt pir baş organîze ye. Federasyona Giranhilgirtinê ya Ewropayê, Komîteya Olîmpiyata Neteweyî ya Ermenîstanê, Federasyona Gîngavêtinê ya Ermenîstanê, Wezareta Werzişê ji bo ku her kes li vir xwe rehet hîs bike çi ji destê wan hat kirin.”- doktor gotîe.

Wî spasiya her kesî kir ku vê çalakiya xweş ji bo Ewropayê organîze kirine. Zûrab Kaxabêraşvîlî jî atmosfera li Kompleksa Konserên Sporê bilind nirxand û da zanîn ku temaşevan bi heman awayî ji hemû werzişvanan hez dikin.

Zûrab Kaxabêraşvîlî wiha gotîe: “Ermenistan mêvanperweriya xwe îspat dike û nîşan dide ku ew amade ye sala bê ne tenê Şampiyoniya Ewropayê, herwiha şampiyoniya cîhanê jî bike mêvan.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button