CulturePoliticsTop

Em ê pêşkêşkirina rastiya li ser vandalîzma, ku li dijî mîrateya me ya çandî hatiye kirin, bidomînin: Wezareta perwerde, panist, çand û werzişê ya Artsaxê

Bi boneya 18’ê Nîsanê, Roja Cîhanî ya Bîrdarî û Nîşangehan, Wezareta perwerde, panist, çand û werzişê ya Artsaxê peyamek belav kir.

“Berhemên dîrokî û çandî, ku şahidên dîroka me ya sedsalî ne, di demên cuda de ji aliyê dijmin ve gelek caran rastî êrîşan hatine û ji holê hatine rakirin. Lê mixabin şerê 44 rojan derbeke mezin li mîrateya dîrokî û çandî ya Artsaxê jî xist. Ger heya sala 2020’an li Artsaxê nêzî 4118 abîdeyên pejirandî bûna, îro ji wan nêzî 2000 li herêmên ku Azerbeycanê dagîr kirine mane. Rezervên me yên dîrokî û çandî jî di bin kontrola dijmin de mane.

Derbarê parastina bîrdariyên li herêmên dagirkirî de, gelek name ji saziyên pêwendîdar re hatine şandin, ku bi parastina bîrdariyên li herêmên pevçûnan re mijûlin, lê heta niha gavên pratîkî yên rast nehatine avêtin.

Piştî şer jî dijmin firsendê ji dest nade, ku mîrateya me ya dîrokî û çandî, ya ku mohra nasnameya me ye, tune bike. Îro jî em rûbirûyê wendakirina dîmena xwe ya dîrokî ne, ku ev jî pirsgirêkek cidî ye.

Em ê li qada navneteweyî têkoşîna xwe bidomînin û rastiya vandalîzma dijmin a li dijî mîrateya me ya çandî pêşkêş bikin. Lê berî her tiştî, berhemên me yên dîrokî û çandî pêwîstî bi parastin û lênêrîna her yek ji me ne. Em bi tenê mecbûr in, ku mîrateya dîrokî û çandî ya ku bi sedsalan gihîştiye destê me, weke bawermendekî dîrok û nasnameya xwe, heta ku dibe bila bibe, ji nifşên din re bêpar bihêlin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button