
Hikumeta Ermenistanê di derbarê danûstandinên bi Azerbaycanê re di warên cuda de hûrgilî pêşkêş kirîe.
Di rapora li ser pêkanîna plana hikûmeta Ermenîstanê ya sala 2022an de, pêvajoya muzakereyên Ermenistan-Azerbaycanê di van xalên sereke de cî girtîe: Peymana aştî û têkiliyên navbera Ermenîstan û Azerbeycanê, çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê, rakirina blokên veguhestinê û danûstandinên aborîê li herêmê, xêzkirina sînor û ewlehî, pirsên mirovî.
Ji bo çareserkirina van pirsana bi navbeynkariya Serokê Konseya Ewropayê bi beşdariya Serokwezîrê Ermenîstanê û Serokkomarê Azerbaycanê 3 civînên sê alî hatin lidarxistinê, 2 hevdîtinên çaralî bi navbeynkariya Serokê Konseya Ewropayê û Serokê Fransayê, û 1 civîna sê alî bi navbeynkariya Serokê Rûsyayê. Di 18ê Sibata 2023an de bi navbeynkariya Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Êntênî Blînkên civîneke din a sê alî li Myûnxênê hatîe lidarxistinê.
Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenistanê Armên Grîgoryan û Şêwirmendê Karên Derve yê Serokomarê Azerbaycanê Hîkmêt Hacîêv bi navbeynkariya DYA û YEyê 4 caran hevdîtin kirine.
Wezîrên karên derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê bi navbeynkariya Rûsya, DYA û hevkarên din 6 caran civiyane.
Sê gerên xebatê li ser peymana aşitî û avakirina peywendiyan pêk hatine, di wan de Ermenîstan û Azerbaycanê çavdêrî û pêşniyarên xwe dane hev.