PoliticsTop

Yekser piştî peymanan, Bakûyê red kir, ku girtiyan vegerîne: Parlamenter

Bûyer bûne, ku Azerbeycanê, yekser piştî, ku lihevhatinek li ser vegerandina girtiyan pêk hatye, red kirye, ku ew bi cih bîne. Serokê Lijneya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Neteweyê, Parlamenterê fraksiyona “Peymana Sivîl” ya desthilatdar Sargîs Xandanyan di 11’ê Nîsanê de ji rojnamevanan re axivî.

Li gorî wî, Ermenîstanê tu carî mijara vegerandina girtiyan veneguheriye mijara muzakereyê. Wî bi bîr xist, ku Azerbaycan ev çend sal in bendên daxuyaniya 9ê Çiriya Paşinê, ya li ser vegerandina hemû girtiyên şer, pêk neaniye. “Em di wê baweriyê de ne, ku divê hemû girtiyên şer bên vegerandin û ev yek ne mijara danûstandinê ye.”

Wî teqez kir, ku hemû rêyên dîplomatîk, ji bo çareserkirina pirsa vegerandina dîlên şer têne bikar anîn, da ku fişar li ser Azerbaycanê bihêztir bibe. “Baku dixwaze ev mijar were manîpulekirin. Ev ê bihêle, ku ew vê yekê wekî amûrek muzakereyê bikar bîne,” Sargîs Xandanyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button